Berîvan Canbey: Divê em zimanê kurdî bidin jiyîn

  • 09:05 19 Cotmeh 2024
  • Çand û Huner
 
Neslîhan Kardaş
 
WAN - Rêvebera MEDYA-DER’ê Berîvan Canbey derbarê polîtîkayên asîmîlasyonê yên li hember kurdan û êrişên li hember kurdî axivî û wiha got: “Ji bo xwedîderketina li zimanê xwe yek ji xala girîng ev e ku zarok kurdî fêr bibin û ya duyemîn jî gel bên saziyên ziman yê hatine vekirin.”
 
Li Kurdistanê bi polîtîkayên şerê taybet û asîmîlasyonê çand û zimanê kurdî hedef tê girtin û di salên dawî de ev êriş zêde bûn. Bêtehemuliya desthilatdariyê ya li hember çand, ziman û hebûna Gelê Kurd rojbi roj bi awayên cuda xwe nîşan dide û êrişa li hember zimanên kurdî yên li Amedê nîşaneya vê ye. Têkoşîna xwedîderketina li ziman û çand a Gelê Kurd jî polîtîkayên desthilatdariyê vala derdixîne.
 
Rêvebera Komeleya Ziman û Wêjeyê (MEDYA –DER) ya li Tetwanê hatiye vekirin, Berîvan Canbey derbarê êrişên li hember kurdî axivî.
 
'Divê ziman bê parastin'
 
Berîvanê da zanîn ku di roja îro de yek ji mijarên girîng tundiya li hember çand û zimanê kurdî ye û polîtîkayên şerê taybet bandorek mezin li ser tunebûna çand û ziman dike. Berîvanê wiha vegot: “Di sedsala 21’ê de tişta herî girîng ziman e. Ji ber vê jî êrişên li hember ziman zêde ne. Ji ber gelê ku ji ziman û çandê bê qûtkirin tune dibe û hewce bi şerê teknîkî namîne. Lê em di qada çand û ziman de xurt bibin, em zimanê xwe bixivin em ê tu şerî de têk neçîn. Bandora şer wê nemîne. Ev şerek e û em çiqas li dijî şer zimanê xwe biparêzin em ê xurt bibin.”
 
‘Divê em hişmendiya ziman belav bikin’
 
Berîvanê destnîşan kir ku yek ji sedema zêdebûna polîtîkayên asîmîlasyonê yên li hember ziman, tunekirina zimane û wiha dirêjî dayê: “Armanca êrişên li hember kurdî tunekirine û ewil jî êrişê ziman û çandê dikin. Li çar parçeyê Kurdistanê êrişê ziman û çandê dikin. Ji bo kesayeta kurd tune bikin ewil êrişê ziman dikin. Hemû netew bi zimanê xwe tên nasîn. Dema em jî zimanekî din xwe îfde bikin em ji Kurdbûnê derdikevin. Ji ber vê ziman girîng e. Divê em bi zimanê xwe biaxivin. Ji ber vê em hişmendiya ziman biafirînin û belav bikin.”
 
‘Divê em kurdî bi xwe re bidin jiyîn’
 
Berîvanê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku ji bo xwedîderketian li ziman li her derê saziyên ziman hatine vekirin û ya girîng ev e ku divê ewi li malê kurdî bê axaftin û wiha got: “Divê ewil zarokên me kurdî biaxivin û fêr bibin. Zarok dema nû diaxivin ji ser teknolojiyê Tirkî fêr dibin. Ya girîng ev e ku divê zarokên me kurdî fêr bibin û ya duyemîn jî divê gelê me bên saziyên ziman. Bi vekirina qursan her tişt naqede. Divê gel bên saziyan. Divê gel xwedî li saziyan derkeve û ji bo ziman çalakî û bername pêk bên.”