Nûçegîhana me Gulîstan Azak anîn edliyeyê 2020-12-26 12:35:51   DÊRSIM-Nûçegîhana me Gulîstan Azak a li Pêrtagê hat binçavkirin ji bo îfadeyê birin Edliyeya Dêrsimê.    Nûçegîhana me Gulîstan Azak do dema ji şopandina nûçeyan ji Pêrtaga Dêrsimê vedigeriya Amedê li nokteya polîsan hat sekinandin û hat binçavkirin.    Hat diyarkirin ku di çarçoveya doza 2018'an de biryara anîna bi zorê di derbarê Gulîstanê de heye û bi vê hincetê hatiye binçavkirin. Ji bo girtina îfadeyê ya bi SEGBIS'ê Gulîstanê anîn Edliyeya Dêrsimê.