Li Amedê 5 kes hatin binçavkirin

  • 12:17 13 Mijdar 2020
  • Rojane
AMED - Hevşaredarê Sûrê Cemal Ozdemîr jî di nav de li Amedê serê sibehê 5 kes hatin binçavkirin. 
 
Serê sibehê polîsan bi ser malan de girt û di serdegirtinan de hevşaredarê Sûrê yê ku wezîfeya wî hat dûrxistin Cemal Ozdemîr jî heye, kedkara tenduristiyê ya bi biryarnameyê ji kar hate dûrxistin Sevgul Tekîn, Osman Balta, Cevat Înan û Hayrettîn Karayilan hatin binçavkirin. 
 
Kesên ku hinceta binçavkirina wan nehate hînbûn birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr.