Li gorî herêman rêbaza tundiyê jî gumanbar jî diguhere!

  • 09:04 20 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
 
Gulîsan Gulmuş
 
AMED - Parêzer Gozde Engîn balkişand ser zêdebûna tundî û qetilkirina jinan û da zanîn ku li gorî herêman gumabar jî rêbaz jî diguherin û divê li dijî tundiyê têkoşîna rêxistinkirî bê meşandin.
 
Li Kurdistan û Tirkiyeyê tundî û qetilkirina jinan her diçe zêde dibe. Hema hema her roj nûçeyen jin û zarokan tên bihistin. Ligel zêdebûna qetilkirina jinan rêbazên qetilkirinê jî balê dikşînin. Rêxistinên jinan û jin li dijî qetilkirinan banga piştevanî û têkoşînê dikin.
 
Rêvebera berê ya Komeleya Jinan a Rosa ya li Amedê, parêzer Gozde Engîn derbarê mijarê de axivî.
 
‘Dewletê şevekê de peymana Stenbolê fehs kir’
 
Gozdeyê derbarê zêdebûna tundiya li ser jinan nirxandin kir û got: “Der barê zêdebûna tundiyê an jî çima eqas tê dîtin de daneyek zanistî tuneye. Dewletê Peyman Stenbolê şevekê de fesh kir û ji ber vê ev zêdetir hatin dîtin. Jin diçin qerekolan şûnde tên şandin. Ev di alî gumanbaran de dibe hêz û cesaret. Gumanbarên ku dizanin ceza nagirin, nayên darizandin sûc dikin. Dizanin wê cezayê wan bê daxistin. Ji ber vê jî mekanîmzayên jinan diparêzin pêk nayê. Ev jî dibe sedema zêdebûna tundiyê.”
 
‘Jin xwe ewle hîs nakin’
 
Gozdeyê diyar kir ku jin li Tirkiyeyê jî Kurdistanê jî xwe ewle hîs nakin û got: “Li her derê cîhanê tundî heye. Tundî li her derê cîhanê bi rêbazên cuda pêk tên. Li kargeriyan mobîng, ji ber zayenda civakî tundî tê kirin. Li cihekî din xetereya ewlehiya can dijî. Li cihekî din neçar dimîne burka li xwe bike. Ev hemû zextên li ser jinane û jin xwe ewle hîs nakin.”
 
‘Divê jin ji hev hêzê bigirin’
 
Gozdeyê wiha dirêjî dayê: “Divê jin parastina cewherî pêk bînin. Divê jin xwe rêxistin bikin. Rêxistinên jinan yên li Tirkiyeyê ji bo vê êdikoşin. Dema Peymana Stenbolê hat qebûlkirinê jî wisa bû. Têkoşîneke cidî ya jinên kurd û yên tirk hebûn. Di derxistina qanûna 6284 de jî wisa bû. Ev parçeyek parastina cewherî ya hiqûqî ye.  Divê jin ji hev hêzê bigirin. Qanûna 6284 bi bandor nayê meşandin. Tişta ku tundiyê dide berdewamkirin mekanîzmaya esas a desthilatdariyê ye. Daraz jî mekanîzmayeke alîgirê desthilatdariyê ye.”
 
‘Li gorî herêman tundî jî gumanbar jî diguhere’
 
Gozdeyê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku tundiya li serjinan li gorî herêman diguhere û mînaka herî mezin jî li Kurdistanê tiştên ku jinên kurd dijîne. Gozdeyê wiha dawî lê anî: “Em tundiya leşker û polîsan wek parçeyek polîtîka şerê taybet şîrove dikin. Tundiya leşker û polîsan  parçeyek herî mezin ya vê ye. Li Kurdistanê  ligel normên zayenda civakî ji ber Kurdbûnê tundî pêk bê. Yê vê pêk tîne jî hêzên dewletê ne. Li Kurdistanê ev wek pratîka şerê taybet tê meşandin. Ji ber vê jî têkoşîna tê meşandin di vê notkeyê de ji hev vediqete. Em ne tenê wek jin wek jinên kurd jî tundiyê dibînin. Rêbazên tundiyê û gumanbarên tundiyê jî li gorî herêmê diguherin.”