Mirina bi guman: Çi bi Rojînê hat?

  • 09:03 20 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
Nazlican Nujîn Yildiz
 
ÎZMÎR - Jinan bertek nîşanê mirina biguman a Rojîn Kabaîş ku wek întîxar tê nîşandan, dan û diyarkirin ku di windabûna Rojînê de îhmala dewletê heye û derbarê pêvajoyê de xebatek bi bandor nehatiye meşandin.
 
Rojîn Kabaîş a 21 salî ya ku xwendekara pola yekem a Beşa Pêşketina Zarokan a Zanîngeha Wanê Yuzuncu Yil (YYÛ) bû, piştî ku di 27'ê Îlonê de ji wargehê derket ku biçe marketê winda bû. Cenazeyê Rojînê ya 18 rojan agahî jê nehat girtin, li taxa Molla Kasim a 20 kîlometreyî dûrî perava kampusa lê winda bû, hat dîtin. Otopsiya ewil a Rojînê bi rayagiştî re nehat parvekirin. Malbatê Rojîn ji cil û bergên wê teşhîskirin. Jinan cenazeya Rojînê hilgirtin û li goristana Yenîkoy a navçeya Rezan a Amedê hat definkirin. 
 
Mirina Rojînê wek întîxar derbasî qeydan hat kirin. Jinan derbarê mirina biguman a Rojînê de axivî û diyarkirin ku dewletê lêpirsînek bi bandor nemeşandine.
 
‘Ev ne windabûn an jî întîxare’
 
Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Îzmîrê Aysel Onen da zanîn ku mirina biguman wek întîxarê nîşan didin lê ev mirinên jinan ne întîxarin û wiha got: “Ev mirin ji nedîtîve tên. Ev qetilkirinin. Em ji Narînê dizanin. Em ji jina li Wanê ku digot hûn dipên em bên qetilkirin dizanin. Em ji qetilkirinên jinan dizanin. Ev bi tu awayî ne windabûn û întîxar e. Ev qetilkirina mêr e.”
 
‘Polîtîkayên şerê taybet li ser jinan tê meşandin’
 
Ayselê daxuyakirin ku demek dirêje li Kurdistanê mirinên biguman tên jiyîn û wek întîxar tên nîşandan û wiha domand: “Ev li Êlihê dest pê kir û her çû zêde bû. Dewlet polîtîka şerê taybet li ser jinan dimeşîne. Li Colemêrgê çeteyê fuhuşê di dewrê de ye. Polîtîkayên şerê taybet jinan hedef digire. Em ji mînaka Gulîstan Doku, ji ya Narînê dizanin. Di bin navê windabûnê de berê digotin, întîxare niha wisa hêsan nikarin biêjin. Ewil dibêjin winda bûye piştre dibêjin întîxare. Ev polîtîkayeke dewletê ya qirkirina jinê ye. Ev zîhniyeta AKP’ê ya êdî aşkera bûye nîşan dide.”
 
‘Lêpirsînek bi bandor tunebû’
 
Nûnera Meclîsa Jinan a Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) a Îzmîrê Gulîn Osmanogullri jî axivî û da zanîn ku di mirina biguman ya Rojîn Kabaîş de naqokî hene û got: “Li cihekî wek Wanê ku her derê wê kamereya we jinek ciwan nedît. Wek Narînê. Di qetilkirina Narînê de jî heman titş hat gotin. Gotin nizanim li çend kamerayan hatiye mêzkiririn, li çend wesayîtan hatiye mêzkirin. Lê çi kiramet bû 18 roj şûnde cenazaya Narînê di bin avê de derket û ya Rojînê jî wisa derket. Bêguman ev tê hişê mirovan; gelo ji bo delîl bên tunekirin ev hatin sekinandin. Em dibînin ku serê wê tê girtin û lêpirsînek bi bandor nayê meşandin.”
 
'Çi bi Rojînê hat?'
 
Sekretera Şaxa Egîtîm Senê ya Hejmar Yek a Îzmîrê Şengul Bîrgul jî der barê mirina biguman a Rojînê de axivî û got: “Kuştinên jinan ne munferît in. Polîtîk in. Rojîn roja ji yurdê derdikeve agahî nadin malbatê. Roja din agahî didin. Ev îhmalkariya dewletê ye. Çi bi Rojînê hat? Rojînê çima întîxar kir? Bêguman întîxar nekir, em hemû vê dizanin. Em dizanin ku li pişt vê îhmala dewletê heye. Hêviya me ev e ku gumanbar demek nêz de bên dîtin.”