Li Amedê 5 kes hatin binçavkirin 2020-11-13 12:17:13   AMED - Hevşaredarê Sûrê Cemal Ozdemîr jî di nav de li Amedê serê sibehê 5 kes hatin binçavkirin.    Serê sibehê polîsan bi ser malan de girt û di serdegirtinan de hevşaredarê Sûrê yê ku wezîfeya wî hat dûrxistin Cemal Ozdemîr jî heye, kedkara tenduristiyê ya bi biryarnameyê ji kar hate dûrxistin Sevgul Tekîn, Osman Balta, Cevat Înan û Hayrettîn Karayilan hatin binçavkirin.    Kesên ku hinceta binçavkirina wan nehate hînbûn birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr.