Berga Kovara Jinê ya vê hefteyê qirkirina jinê ye

  • 09:41 20 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara nû ya Kovara Jinê bi berga "Komkujiyên jinan siyasî û îdeolojîk in" derket.
 
Hejmara 86'an a Kovara Jinê ku her hefte bi bi awayê dijîtal tê weşandin, bi berga "Komkujiyên jinan siyasî û îdeolojîk in" derket. 
 
Oya Açan di nivîsa xwe ya bi sernavê “Jinkujî, bêcezakirin û zayîna normal” balê dikişîne ser zext û tundiya mêr-dewletê ya li ser jinan.
 
Eren Keskîn di nivîsa xwe ya bi sernavê "Hiqûq ji bo şîdetê wekî 'pêçek' tê bikaranîn" de bal kişand ser wê yekê ku li hemberî qetlîamên jinan qadeke qanûnî ya erênî nehatiye afirandin, berovajî vê yekê qanûn kirine avala şofandina  vê.
 
Fatoş Stêrk di gotara xwe ya bi sernavê "Jinên bi hêz: Berxwedana ku şîdetê çarenûs nabîne" de balê dikişîne ser nêzîkatiya sînemayê ya li hemerî jinê û zimanên ku ji bo jinê tîne bikaranîn.
 
Dîlek Başalan di nivîsa xwe ya bi sernavê “Tundiya pergalî: Jinkujî û rola dewletê” de balê dikişîne ser zêdebûna kuştina jinan bi taybetî di van demên dawî de û li ser vê bingehê ji berê heta niha disekine.
 
Ruşen Seydaoglû di nivîsa xwe ya bi sernavê "Nêrîna li Jineolojiyê: Bi jineolojiyê nêrîn: bi çavdêriya xwe behsa konferansa "Sedsala 21'emîn" a li Wanê hat lidarxistin dike. 
 
Semîha Arî di nivîsa xwe ya bi sernavê "Piştî atolyeya jineolojiyê: Têbiniyên li ser têkoşîna hevpar" de Çavdêriyên xwe yên der barê atolyeya “Sedsala 21’an de Polîtîka û Rêbazên Têkoşîna Li Dijî Sîstema Serdest a Mêr” vedibêje.