Pêşangeha pirtûkan didome

  • 13:44 19 Cotmeh 2024
  • Çand û Huner
 
NAVENDA NÛÇEYAN - 8'emîn Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol, bi serdanên nivîskar, rewşenbîr û kedkarên tenduristiyê di roja xwe ya 5'emîn de dewam dike.
 
8'emîn Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol bi serdana bi sedan hezkerên xwendinê, rewşenbîr, nivîskar, wêjevan, lêkolîner, siyasetmedar, xwendekar, ciwan, kadroyên tenduristiyê, nûnerên ji Rêveber Xweser û saziyên civaka sivîl yên ji pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja xwe ya 5'emîn de dewam dike.
 
Pêşangeh 15'ê Cotmehê di bin dirûşma “Ka em xwendinê bikin şêweyekî jiyanê” li hola Zana ya bajarê Qamişlo dest pê kiribû û ew ê heta 22'yê Cotmehê dewam bike.
 
Li gorî bernameya pêşangehê dê danê êvarê bi sernavê “Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol: Rewş, Nêrîn û Asoyên Siberojê” panel saet di 17:30'an de bê lidarxistin, piştre dê 2 pirtûk werin îmzekirin û belavkirin.