Ji polatforma jinan ji bo jinên girtî name

  • 15:18 11 Mijdar 2020
  • Rojane
ENQERE- Platforma Jinan a Enqereyê, di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Jinan a Navneteweyî ya li dijî Tundiya li ser Jinê de ji jinên girtî re name û qertên piştevaniyê şandin.
 
Platforma Jinan a Enqereyê, di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Jinan a Navneteweyî ya li dijî Tundiya li ser Jinê de ji jinên girtî re qert û nameyên piştevaniyê şandi. Ji bo vê yekê jin li ber PTT’a Yenîşehîrê ya li ser Kolana Mîthat Paşa hatin gel hev û bang li hemû jinan kirin ku di 25’ê Mijdarê de piştevaniyê bikin.