Ji polatforma jinan ji bo jinên girtî name 2020-11-11 15:18:00   ENQERE- Platforma Jinan a Enqereyê, di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Jinan a Navneteweyî ya li dijî Tundiya li ser Jinê de ji jinên girtî re name û qertên piştevaniyê şandin.   Platforma Jinan a Enqereyê, di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Jinan a Navneteweyî ya li dijî Tundiya li ser Jinê de ji jinên girtî re qert û nameyên piştevaniyê şandi. Ji bo vê yekê jin li ber PTT’a Yenîşehîrê ya li ser Kolana Mîthat Paşa hatin gel hev û bang li hemû jinan kirin ku di 25’ê Mijdarê de piştevaniyê bikin.