5 endamên Meclîsa Giştî HDP'ê ji peywirê hatin dûrxistin

  • 16:09 10 Mijdar 2020
  • Rojane
ŞIRNEX - Waliyê Şirnexê, 5 endamên Meclîsa Giştî ya Bajêr ên HDP'ê ji peywirê dûr xist.  
 
Piştî ku duh li navçeya Cizîr a Şinexê, li dijî endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) operasyona binçavkirinê hat kirin şûnde, îro jî 5 endamên Meclîsa Giştî ya Bajêr ên HDP'ê ji aliyê Waliyê Şirnexê ve hinceta ku nayê zanîn ve ji peywirê hatin dûrxistin. 
 
Navên 5 endamên Meclîsa Giştî ya Navendê yên HDP'ê wiha ne: "Elfesya Nas, Şîrîn Kilinç, Yakup Taniş, Mesut Nart û Omer Gûngen." Mesut Nart duh di serdegirtina malan de hatibû binçavkirin. 
 
Endamê Meclîsa Giştî ya Navendê ya  HDP'ê Alî Akdenîz jî di mehên derbasbûyî de ji peywirê hatibû dûrxistin.