5 endamên Meclîsa Giştî HDP'ê ji peywirê hatin dûrxistin 2020-11-10 16:09:58   ŞIRNEX - Waliyê Şirnexê, 5 endamên Meclîsa Giştî ya Bajêr ên HDP'ê ji peywirê dûr xist.     Piştî ku duh li navçeya Cizîr a Şinexê, li dijî endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) operasyona binçavkirinê hat kirin şûnde, îro jî 5 endamên Meclîsa Giştî ya Bajêr ên HDP'ê ji aliyê Waliyê Şirnexê ve hinceta ku nayê zanîn ve ji peywirê hatin dûrxistin.    Navên 5 endamên Meclîsa Giştî ya Navendê yên HDP'ê wiha ne: "Elfesya Nas, Şîrîn Kilinç, Yakup Taniş, Mesut Nart û Omer Gûngen." Mesut Nart duh di serdegirtina malan de hatibû binçavkirin.    Endamê Meclîsa Giştî ya Navendê ya  HDP'ê Alî Akdenîz jî di mehên derbasbûyî de ji peywirê hatibû dûrxistin.