Kesên li Cizîrê hatin binçavkirin dest bi dayîna îfadê kirin
- 14:55 10 Mijdar 2020
- Rojane
ŞIRNEX - Duh li Cizîrê bi ser malan de hatibû girtin û 12 kes hatibûn binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin îfadeyên wan îro tên girtin.
Ji aliyê Serdozgeriya Komara Cizîra Şirnexê ve operasyon hatibû destpêkirin û bi ser malan de hatibû girtin. Di serdegirtinên malan de Hevseroka HDP'ê ya Cizîrê Guler Tunç , Hevşaredara Cizîrê ya ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin Bêrîvan Kutlu jî navê de 12 kes hatin binçavkirin.
Piştî qedexeya hevdîtina kesên hatin binçavkirin a 24 saetan bi parêzeran re hat rakirin şûnde, kesên hatine binçavkirin li Emniyete Polîsan a Navçeyê gîrtina îfadeyên wan hat destpêkir.