Kesên li Cizîrê hatin binçavkirin dest bi dayîna îfadê kirin 2020-11-10 14:55:23   ŞIRNEX - Duh li Cizîrê bi ser malan de hatibû girtin û 12 kes hatibûn binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin îfadeyên wan îro tên girtin.   Ji aliyê Serdozgeriya Komara Cizîra  Şirnexê ve operasyon hatibû destpêkirin û bi ser malan de hatibû girtin.  Di serdegirtinên malan de Hevseroka HDP'ê ya Cizîrê Guler Tunç , Hevşaredara Cizîrê ya ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin Bêrîvan Kutlu jî navê de 12 kes hatin binçavkirin.    Piştî qedexeya hevdîtina kesên hatin binçavkirin a 24 saetan bi parêzeran re  hat rakirin şûnde, kesên hatine binçavkirin li Emniyete Polîsan a Navçeyê gîrtina îfadeyên wan hat destpêkir.