Rojnamegerên hatibûn binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin
- 13:57 9 Cotmeh 2020
- Rojane
WAN -Tevî nûçegîhana me Şehrîban Abî 5 rojnamegerên hatibûn binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin.
Nûçegîhana me Şehrîban Abî, rojnameger Nazan Sala, Nûçegîhanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) yên Ofîsa Wanê Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr ên belgeyên avêtina Servet Tûrgût û Osman Şîban a ji helîkopterê derxistibûn holê û belavkarên Rojnameya Yenî Yaşamê Şukran Erdem û Fehîm Çetîner hatibûn binçavkirin.
Rojnamegerên li Miduriyeta Emniyetê ya Wanê dihatin ragirtin ji bo îfadeyê bidin dozgeriyê birin Edliyeya Wanê. Tê payîn îfadedayîna ji bo dozgeriyê dest pê bike.