Mafê dermankirina Hacer Seîdî ya girtî tê astengkirin

  • 13:22 21 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hate ragihandin ku serdana bijîjk ya parêzvana mafê jin û girtiya siyasî Hacer Seîdî tê astengkirin û ji tedawiyê bê par tê hiştin.
 
Li gorî medya Rojhilatê Kurdistanê belavkirî, girtiya siyasî Hacer Seîdî ya li girtîgeha Evîn tê girtin, rê nayê dayîn destûra serdana bijîjk bi kar bîne û ji wergirtina tedawiyê jî bê par tê hiştin.
 
Hate diyarkirin ku dermanên ku ji aliyê malbata wê ve jî tên şandin ji aliyê berpirsên girtîgehê ve têne asteng kirin û nagihijin ber destê Hacer Seîdî.
 
Hêjayî gotinêye ku di meha Cotmeha sala 2023’yan de endama berê ya Encûmena Jinan û Çalakvana mafê karkeran û jinan Hacer Seîdî ji ber çalakiyên xwe yên ji bo parastina mafê jin û karkeran hatibû binçavkirin. Piştre Hacer Seîdî ji aliyê Şaxa 1’ê ya Dadgeha Şoreşê ya Sine ve bi tometa ‘kombûn û dijberiya ewlekariya netewî’ bi cezayê girtîgehê hatibû mehkûmkirin.