Rojnamegerên hatibûn binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin 2020-10-09 13:57:31   WAN  -Tevî nûçegîhana me Şehrîban Abî 5 rojnamegerên hatibûn binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin.    Nûçegîhana me Şehrîban Abî, rojnameger Nazan Sala, Nûçegîhanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) yên Ofîsa Wanê Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr ên belgeyên avêtina Servet Tûrgût û Osman Şîban a ji helîkopterê derxistibûn holê  û belavkarên Rojnameya Yenî Yaşamê Şukran Erdem û Fehîm Çetîner hatibûn binçavkirin.    Rojnamegerên li Miduriyeta Emniyetê ya Wanê dihatin ragirtin ji bo îfadeyê bidin dozgeriyê birin Edliyeya Wanê. Tê payîn îfadedayîna ji bo dozgeriyê dest pê bike.