'Bi yekîtiya jinan wê alozî bi dawî bibe'

  • 12:58 21 Cotmeh 2024
  • Rojane
Mîdye Miqted
 
HELEB - Jinên tevli foruma diyalogê ya li Helebê ji aliyê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk bûn bal kişandin ser girîngiya jinan û rola wan a di çareserkirina qeyranan de û wiha gotin:"Ev demke ku me giranî daye diyaloga Sûrîyeyê. Divê di vir de rola jinan jî hebe ji ber ku heya roja me ya îro di gelek zagon tenê li ser rûpelan maye û pêk nehatine. Divê yekem gav ew be ku xwedî li mafê jinan were derketin. Bi yekîtiya jinan wê alozî bi dawî bibe."
 
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk li Helebê bi dirûşma "Yekîtiya jinên Sûrîyeyê misogeriya çareserî û pêkanîna aştî ya li Sûriyeyê ye" foruma diyalo li dar xist. Jinan li ser mijarên mîna Stratejiya çareseriya kirîzê ya bi perspektîfên jinan, rol û misyona jinan a çareserkirina qeyranan de û nirxandin kirin. 
 
Jinên tevli foruma diyalogê ya li Helebê ji aliyê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk bûn nêrînên xwe anîn ziman. 
 
'Di nava aloziya Sûriyeyê de jinan xwe îsbat kir'
 
Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratik (PYD) a kantona Efrîn-Şehbayê Hêvîn Reşîd axaftina xwe ji ajansa me re kir:"Ji Şehbayê em derbasî vê foruma diyalogê bûne. Bi hatina gelek jinan a ji gelek deverên Sûriyeyê tabloyek pir xweşik hat avakirin. Ev yek bû sedema yekîtiya li hemberî aloziya heyî. Aloziya Sûriyeyê 13 salên xwe derbas kir lê heya roja me ya îro ev alozî her berdewam e û çare jêre nehatiye dîtin. Lewma di vê pêvajoya dîrokî de pêwîstî bi yekîtiya jinên Sûrîyeyê heye ku bibin hêza çareseriyê. Ji ber ku di nava vê aloziya 13 sal berdewam dike de para jinan her wiha hebûna jinan di vir de hat eşkerekirin. Her wiha jinan bi têkoşîna xwe, xwest di nava van 13 salan de bi israr dengê xwe bilind bike û hebûna xwe îfade bike."
 
'Nêrîn û bertekên jinan wê pêk were'
 
Di dewamiya axaftina xwe de Hêvînê diyar kir ku di nava aloziya Sûriyeyê de ne tenê jinên kurd lê belê hemû jinên Sûrîyeyê bi qeyranê rû bi rû ne:"Di dewamkirina alozî û qirîza li Sûriyeyê ku rojane gurtir dibe ne tenê jinên kurd serî hildan û li dijî sîstema heyî rojane di xeta têkoşînê de cih girtin lê belê hemû jinên Sûriyeyê û  di nav de li Siwêdayê ev bû salek û du heyv in ku jin serî hildide û banga demokratîkbûnê dike. Lewma di nava vê foruma diyalogê de divê em planên xwe yên demên pêş bi hev re parve bikin da ku em aloziya heyî çareser bikin. Bê guman bi têkoşîn û helwesta xwe, nêrîn û bertekên jinan wê pêk were."
 
'Bi yekîtiya jinan wê alozî bi dawî bibe'
 
Têkildarî diyaloga Sûriyeyê Hêvînê wiha got:"Ev demke ku me giranî daye diyaloga Sûrîyeyê. Divê di vir de rola jinan jî hebe ji ber ku heya roja me ya îro di gelek zagon tenê li ser rûpelan maye û pêk nehatine. Divê yekem gav ew be ku xwedî li mafê jinan were derketin. Her wiha divê em di riya van foruman de carek din destê xwe bidin hev û têkoşîna xwe bilindtir bikin da ku em bigihênin jiyanek aram. Bi yekîtiya jinan wê alozî bi dawî bibe."
 
'Divê cihê jinan di nava projeyên demokratikbûnê de hebe' 
 
Di heman demê de ji Rêveberiya Ofîsa Jinê ya Meclisa Sûriyeya Demokratik Zeyneb Qenber jî têkildarî lidarxistina forumê axaftina xwe kir û wiha pê de çû:"Di van demên me yê niha de gelek pêwîstî hebû ku em forumek bi vî awayî li dar bixin û jinan li hev kom bikin. Ya girîng ev e ku di vir de stratejiyên jinan ên ji bo çareserkirina aloziyê hatin nîqaşkirin. Her wiha dema ku deriyê nîqaşan hat vekirin em gihaşt wê encamê ku hemû jinên Sûriyeyê divê cihê xwe di nava çareserkirina aloziya Sûriyeyê de bigirin. Ji ber ku bi yekîtiya jinên Sûriyeyê wê yekîtî were avakirin. Her wiha dema ku em didin xuyakirin ku Sûriye ber bi demokratîkbûnê ve diçe divê yekser cihê jinan di nava van projeyên demokratikbûnê de hebe ."
 
'Hevgirtina jinan girîng e'
 
Di dawiya axaftina xwe de Zeynebê da zanîn ku tevlîbûna gelek jinan a ji gelek deveran girîng bû û wiha got:"Di nava foruma me de jin ji Şam, Siwêdayê, Heleb, Reqa, Qamişlo, Dêrezorê amade bûn. Jinan dan diyarkirin ku tecrubeya herî guncav a çareserkirina aloziya Sûriyeyê bi projeyên demokratîk û hevgirtina jinan wê pêk were."