Saziyên Jinên Oldar: Dewleta tirk ola Îslamê temsîl nake

  • 12:46 7 Cotmeh 2020
  • Rojane
HESEKÊ - Di salvegera 9'ê Cotmehê de Saziya Jinên Oldar daxuyaniyek dan û banga yekitiyê kirin. 
 
9'ê Cotmehê salvegera yekemîn a dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî ye, derbarê mijarê de Saziya Jinên Oldar a navçeya Til Temirê daxuyaniyek li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan da. Daxuyaniyê ji aliyê Rêvebera Saziyê Gulnaz Mihemed Osman ve hat xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye: "Êrîşên 9'ê Cotmehê qikirina gelê herêmê û nasnameya wan bû taybet Gelê Kurd. Pêwîstiya me di rojekê wekî îro de bi hevgirtin û yekîtiyekê hember faşîzma dewleta tirk a dagirker heye. Dewleta tirk a ku di serdema osmaniyan de hatiye dinê, tu pîvanê mislimantiyê pêk nayîne, berovajî wê her bin pê dike. Li ser hesabê xwînrijandina gelê herêmê û binpêkirinên mafê wan, xewin û xeyalên xwe yê dagirkeriyê berfireh bike. Li hember dewleta tirk û çeteyên wî em banga yekîtiyê dikin."
 
Daxuyanî bi dirûşma"Şehîd Namrin"bi dawî bû.