Saziyên Jinên Oldar: Dewleta tirk ola Îslamê temsîl nake 2020-10-07 12:46:32   HESEKÊ - Di salvegera 9'ê Cotmehê de Saziya Jinên Oldar daxuyaniyek dan û banga yekitiyê kirin.    9'ê Cotmehê salvegera yekemîn a dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî ye, derbarê mijarê de Saziya Jinên Oldar a navçeya Til Temirê daxuyaniyek li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan da. Daxuyaniyê ji aliyê Rêvebera Saziyê Gulnaz Mihemed Osman ve hat xwendin.   Daxuyanî wiha ye: "Êrîşên 9'ê Cotmehê qikirina gelê herêmê û nasnameya wan bû taybet Gelê Kurd. Pêwîstiya me di rojekê wekî îro de bi hevgirtin û yekîtiyekê hember faşîzma dewleta tirk a dagirker heye. Dewleta tirk a ku di serdema osmaniyan de hatiye dinê, tu pîvanê mislimantiyê pêk nayîne, berovajî wê her bin pê dike. Li ser hesabê xwînrijandina gelê herêmê û binpêkirinên mafê wan, xewin û xeyalên xwe yê dagirkeriyê berfireh bike. Li hember dewleta tirk û çeteyên wî em banga yekîtiyê dikin."   Daxuyanî bi dirûşma"Şehîd Namrin"bi dawî bû.