4 jinên Girtîgeha Mêrdînê hatin sirgunkirin

  • 12:16 5 Cotmeh 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Ji Girtîgeha Mêrdînê 4 jinên girtî sirgunî Girtîgeha Jinan a Amedê hatin kirin. 
 
Li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê jinên girtî yên bi navê Elîf Denîz, Melek Evren, Ronahî Sirdaş û Hevseroka berê ya Rêxistina HDP’a Midyadê Fîlîs Işik, di 2’yê cotmehê de sirgunî Girtîgeha Jinan a Amedê hatin kirin. Malbat li girtîgehê geriyan û têkildarî sirgunê de agahî wergirtin.