4 jinên Girtîgeha Mêrdînê hatin sirgunkirin 2020-10-05 12:16:04   MÊRDÎN - Ji Girtîgeha Mêrdînê 4 jinên girtî sirgunî Girtîgeha Jinan a Amedê hatin kirin.    Li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê jinên girtî yên bi navê Elîf Denîz, Melek Evren, Ronahî Sirdaş û Hevseroka berê ya Rêxistina HDP’a Midyadê Fîlîs Işik, di 2’yê cotmehê de sirgunî Girtîgeha Jinan a Amedê hatin kirin. Malbat li girtîgehê geriyan û têkildarî sirgunê de agahî wergirtin.