Rêxistina Mafên Mirovan pêkanînên dewleta tirk aşkera kirin
- 13:27 4 Cotmeh 2020
- Rojane
ŞEHBA - Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Efrînê pêkanînên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li Efrînê şermezar kirin û bîlançoya pêkanînên dewleta tir a vê mehê eşkera kir.
Derbarê pêkanînên şer yên dewleta tirk û komên girêdayî wê li Efrînê, Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Efrînê daxuyaniyek da û bilaçoya pêkanînan bi raya giştî re parvekir. Daxuyanî li pêşiya Saziya Rêxistina Mafê Mirovan a Kampa Serdemê li kantona Şehbayê ji aliyê Endama Rêxistina Mafên Mirovan Wefe Bekir ve hat xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
"Meheke din a bi êş û şer li erşîva tirkên dagirke û komên girêdayî wê zêde bû. Êrîşên li ser Herêma Efrînê berdewamin. Di meha îlonê de jî kuştin, revandin, îşkencekirin û gefên li ser malbetên kurd berdewam kirin. Li çend cihan li Herêma Efrînê darên zeytûnan û darên daristanan hatin birîn û agir bi daristanan xistin. Di encamê de gelek qadên daristanan hatin tunekirin. Her wiha navendên çandê yên herêmê jî ji oprasiyon û wêrankirina dewleta tirk û komên girêdayî wê bê par neman. Ev jî tunekirina dîrok û kevneşopiyên herêmê hedef digire.
Bi awayekî rojane Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Efrîn pêkanînên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li komên li Herêma Efrînê pêk tînin, belge dike. Tevî şert û mercên dijwar ên herêmê, me beşek ji hejimarên wan pêkanînan belge kirin.
Hêjmara giştî ya pêkanînênli herêma Efrînê êçn meha Îlonê wiha ye:
*Li Efrînê 2 sivîl hatin kuştin, yek ji wan zarokê 9 mehî bû ku bi guleyê hat kuştin.
* 84 welatî hatin revandin 14 ji wan piştî ku pere ji malbatên wan xwestin hatin berdan, ew jî jin û zarok bûn.
*Di nav rewşên zewaca bi zorê de 3 zarok di temenekî biçûk de hatin zewcandin.
* Zêdetirî 700 darên zeytûnan hatin birîn.
* Li du cihan daristan hatin şewitandin.
*4 navendên çandê hatin wêrankirin.
*Guhartina şûnwarên herêmê berdewam dike.
* Navê çarxeriya bajaroka meydankê kirin çarxeriya Ertxerl.
* Dizî û firotina malên Efrîniyan didome.
* Ferzkirina bacê li ser welatiyan berdewam dike.
Koçberên ku li herêmên Şehbayê,navçeya şera û Şêrawe bi cih bûne ji êrîşên dewleta tirk û komên çekdar ên girêdayî wê xelas nebûne. Her roj gundên koçber li wan dimînin tên bobebarankirin. Di meha Îlonê de artêşa tirk û komên girêdayî wê Kantona Şehbayê û her du navçeyên Şera û Şêrewa bi topên hawan-obîs û çekên giran bombebaran kirin.
Binpêkirin û pêkanînên ku li pêşiya çavê tevahî cîhanê tên meşandin hîn berdewam e û li dijî vê cîhan bêdeng e."