Rêxistina Mafên Mirovan pêkanînên dewleta tirk aşkera kirin 2020-10-04 13:27:04   ŞEHBA - Rêxistina  Mafên Mirovan a Herêma Efrînê pêkanînên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li Efrînê şermezar kirin û bîlançoya pêkanînên dewleta tir a vê mehê eşkera kir.   Derbarê pêkanînên şer yên dewleta tirk û komên girêdayî wê li Efrînê, Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Efrînê daxuyaniyek da û bilaçoya pêkanînan bi raya giştî re parvekir. Daxuyanî li pêşiya Saziya Rêxistina Mafê Mirovan a Kampa Serdemê li kantona Şehbayê ji aliyê Endama Rêxistina Mafên Mirovan Wefe Bekir ve hat xwendin.   Daxuyanî wiha ye:    "Meheke din a bi êş û şer li erşîva tirkên dagirke û komên girêdayî wê zêde bû. Êrîşên li ser Herêma Efrînê berdewamin.  Di meha îlonê de jî kuştin, revandin, îşkencekirin û gefên li ser malbetên kurd berdewam kirin. Li çend cihan li Herêma Efrînê darên zeytûnan û darên daristanan hatin birîn û agir bi daristanan xistin. Di encamê de gelek qadên daristanan hatin tunekirin. Her wiha navendên çandê yên herêmê jî ji oprasiyon û wêrankirina dewleta tirk û komên girêdayî wê bê par neman.  Ev jî   tunekirina dîrok û kevneşopiyên herêmê hedef digire.   Bi awayekî rojane Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Efrîn pêkanînên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li komên  li Herêma Efrînê pêk tînin, belge dike.  Tevî şert û mercên dijwar ên herêmê, me  beşek ji hejimarên wan pêkanînan belge kirin.     Hêjmara giştî ya pêkanînênli herêma Efrînê êçn meha Îlonê wiha ye:   *Li Efrînê 2 sivîl hatin kuştin, yek ji wan zarokê 9 mehî bû ku bi guleyê hat kuştin.   * 84 welatî hatin revandin 14 ji wan piştî ku pere ji malbatên wan xwestin hatin berdan, ew jî jin û zarok bûn.   *Di nav rewşên zewaca bi zorê de 3 zarok di temenekî biçûk de hatin zewcandin.   * Zêdetirî 700 darên zeytûnan hatin birîn.   * Li du cihan daristan hatin şewitandin.   *4 navendên çandê hatin wêrankirin.   *Guhartina şûnwarên herêmê berdewam dike.   * Navê çarxeriya bajaroka meydankê kirin çarxeriya Ertxerl.   * Dizî û firotina malên Efrîniyan didome.   * Ferzkirina bacê li ser welatiyan berdewam dike.   Koçberên ku li herêmên Şehbayê,navçeya şera û Şêrawe  bi cih bûne ji êrîşên dewleta tirk û komên çekdar ên girêdayî wê xelas nebûne.  Her roj gundên koçber li wan dimînin tên bobebarankirin. Di meha Îlonê de artêşa tirk û komên girêdayî wê  Kantona Şehbayê û her du navçeyên Şera û Şêrewa bi topên hawan-obîs û çekên giran bombebaran kirin.    Binpêkirin û pêkanînên ku li pêşiya çavê tevahî cîhanê tên meşandin hîn berdewam e û li dijî vê cîhan bêdeng e."