Kongreya Yekîtiya Jinên Suryan bi daxuyaniyê bi dawî bû

  • 16:50 2 Cotmeh 2020
  • Rojane
QAMIŞLO - Kongreya Yekîtiya Jinên Suryan a Sûriyeyê ya 3’yemîn ku bi dirûşma "Têkoşîna jinê dadmendî, aştî û azadî ye" li bajarê Qamişloyê dest pê kiribûn, bi biryarên girîng û bi daxuyaniyekê bi dawî bû.
 
Yekîtiya Jinên Suryan a Sûriyeyê Kongreya xwe ya 3'emîn bi dirûşma  "Têkoşîna jinê dadmendî, aştî û azadî ye"bi tevlûbana Yekîtiya Suryanî, Rêxistina Kongreya Star, Meclîsa Jinên Sûrî û hemû saziyên jin ên girêdayî Rêveberiya Xweser li hola Zana ya bajarê Qamişloyê dest pê kiribû, bi biryarên girîng û bi daxuyaniyekê bi dawî bû. 
 
Piştî xwendin û nirxandina kar û xebatên du salan, 41 jin ji bo Meclîsa Yekîtiya Jinên Suryanî ya Sûriyeyê hatin hilbijartin. 
 
Biryarên ku li Kongreyê hatine girtin wiha ne: 
 
* Zêdekirina jinan a di Rêveberiya Xweser de.
 
*Bikaranîna sîstema Hevserokatiyê ya di hemû saziyên Suryaniyan de.
 
*Perwedekirina jinên Koçber ên di kampan de.
 
*Dan û standina bi hemû rêxistinên jinan re.
 
*Di komîteya lêkolînên zanista jin de karkirin.
 
*Ji bo rola jin di nava ciwanan de û ji bo parastina mafê jinê çalakiyên xurt werin lidarxistin.
 
*Piştgirtiya jinên HSNB’ê û Sotorê.
 
*Weşandina rojnameya dengê jinên Suryan.
 
Piştî biryaran daxuyanî ji aliyê Rêveberiya Olfat ya fêrkirina zimanê Suryanî Sofiya Yûsif ve hate xwendin.
 
Daxuyaniya dawî wiha ye:
 
"Yekîtiya Jinên Suryan a Sûriyeyê di sala 2005'an de hate damezrandin. Kongreya yekem a Yekîtiya Jinên Suryan di sala 2013'an de hat lidarxistin. Jinên Suryan ji ber şer û dagirkeriyê, di nava şer û mercên zehmet de kar û xebat dan meşandin. Jinên Suryan gelek li ber xwe dan, da ku demokrasiyê di nava hemû pêkhateyên Sûriyeyê de ava bikin. Rola jinê di Sûriyeyê de tişta herî esas û sereke di nava civakê de ye. Jinên Suryan ji bo azadiya tevahî jinan ketin nava kar û xebatên mezin. Tevî hemû zehmetiyan jinên Suryan bû sembola ji azadî û naskirina azadiyê re. Jinên Suryan cihê xwe di hemû saziyên Rêveberiya Xweser de girt û di nava hêzên leşkerî de roleke sereke leyîst. Jina Suryan xwedî israr û îradeyek mezin e, ji bo hebûna xwe herdem di nava berxwedanê de ne."
 
Kongre bi dirûşma "Bijî berxwedana jinan" bi dawî bû.