Kongreya Yekîtiya Jinên Suryan bi daxuyaniyê bi dawî bû 2020-10-02 16:50:00   QAMIŞLO - Kongreya Yekîtiya Jinên Suryan a Sûriyeyê ya 3’yemîn ku bi dirûşma "Têkoşîna jinê dadmendî, aştî û azadî ye" li bajarê Qamişloyê dest pê kiribûn, bi biryarên girîng û bi daxuyaniyekê bi dawî bû.   Yekîtiya Jinên Suryan a Sûriyeyê Kongreya xwe ya 3'emîn bi dirûşma  "Têkoşîna jinê dadmendî, aştî û azadî ye"bi tevlûbana Yekîtiya Suryanî, Rêxistina Kongreya Star, Meclîsa Jinên Sûrî û hemû saziyên jin ên girêdayî Rêveberiya Xweser li hola Zana ya bajarê Qamişloyê dest pê kiribû, bi biryarên girîng û bi daxuyaniyekê bi dawî bû.    Piştî xwendin û nirxandina kar û xebatên du salan, 41 jin ji bo Meclîsa Yekîtiya Jinên Suryanî ya Sûriyeyê hatin hilbijartin.    Biryarên ku li Kongreyê hatine girtin wiha ne:    * Zêdekirina jinan a di Rêveberiya Xweser de.   *Bikaranîna sîstema Hevserokatiyê ya di hemû saziyên Suryaniyan de.   *Perwedekirina jinên Koçber ên di kampan de.   *Dan û standina bi hemû rêxistinên jinan re.   *Di komîteya lêkolînên zanista jin de karkirin.   *Ji bo rola jin di nava ciwanan de û ji bo parastina mafê jinê çalakiyên xurt werin lidarxistin.   *Piştgirtiya jinên HSNB’ê û Sotorê.   *Weşandina rojnameya dengê jinên Suryan.   Piştî biryaran daxuyanî ji aliyê Rêveberiya Olfat ya fêrkirina zimanê Suryanî Sofiya Yûsif ve hate xwendin.   Daxuyaniya dawî wiha ye:   "Yekîtiya Jinên Suryan a Sûriyeyê di sala 2005'an de hate damezrandin. Kongreya yekem a Yekîtiya Jinên Suryan di sala 2013'an de hat lidarxistin. Jinên Suryan ji ber şer û dagirkeriyê, di nava şer û mercên zehmet de kar û xebat dan meşandin. Jinên Suryan gelek li ber xwe dan, da ku demokrasiyê di nava hemû pêkhateyên Sûriyeyê de ava bikin. Rola jinê di Sûriyeyê de tişta herî esas û sereke di nava civakê de ye. Jinên Suryan ji bo azadiya tevahî jinan ketin nava kar û xebatên mezin. Tevî hemû zehmetiyan jinên Suryan bû sembola ji azadî û naskirina azadiyê re. Jinên Suryan cihê xwe di hemû saziyên Rêveberiya Xweser de girt û di nava hêzên leşkerî de roleke sereke leyîst. Jina Suryan xwedî israr û îradeyek mezin e, ji bo hebûna xwe herdem di nava berxwedanê de ne."   Kongre bi dirûşma "Bijî berxwedana jinan" bi dawî bû.