Qeyûm tayînî Şaredariya Qersê hat kirin

  • 10:42 2 Cotmeh 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Qeyûm tayînî Şaredariya Qersê ya ku hevserokên wê hatin binçavkirin û girtin bû. 
  
Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen di 25’ê îlonê di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê” de hatibû binçavkirin û îro hat girtin. 
 
Hevşaredar Şevîn Alaca û çend endamên Meclîsa Şaredariyê yên HDP’yî jî duh di serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin.