Qeyûm tayînî Şaredariya Qersê hat kirin 2020-10-02 10:42:03   NAVENDA NÛÇEYAN - Qeyûm tayînî Şaredariya Qersê ya ku hevserokên wê hatin binçavkirin û girtin bû.     Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen di 25’ê îlonê di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê” de hatibû binçavkirin û îro hat girtin.    Hevşaredar Şevîn Alaca û çend endamên Meclîsa Şaredariyê yên HDP’yî jî duh di serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin.