Li Seyhanê jinek kuştî hat dîtin

  • 14:14 22 Îlon 2020
  • Rojane
EDENE - Li seyhanê jina bi navê Rîhab el-Rîhabî, bi awayê bi gûman mirî hat dîtin.
 
Li taxa Zeytînlî ya Seyhana Edeneyê kedkara demsalî a çandiniyê Rîhab el - Rîhabî bi awayê bi gûman mirî hat dîtin. 
 
Piştî agahdarkirina kedkarên li derdorê polîs û tendirustvan hatin cihê bûyerê.
 
Tendirustvanan diyar kir ku Rîhabê bi rêya çekê jiyana xwe ji dest daye.
 
Hat ragihandin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.