Li Seyhanê jinek kuştî hat dîtin 2020-09-22 14:14:34   EDENE - Li seyhanê jina bi navê Rîhab el-Rîhabî, bi awayê bi gûman mirî hat dîtin.   Li taxa Zeytînlî ya Seyhana Edeneyê kedkara demsalî a çandiniyê Rîhab el - Rîhabî bi awayê bi gûman mirî hat dîtin.    Piştî agahdarkirina kedkarên li derdorê polîs û tendirustvan hatin cihê bûyerê.   Tendirustvanan diyar kir ku Rîhabê bi rêya çekê jiyana xwe ji dest daye.   Hat ragihandin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.