HDP, Seroka Komîsyona Wekheviya Jin-Mêr a KE’yê re hevdîtin kir

  • 13:45 22 Îlon 2020
  • Rojane
ENQERE - Meclîsa Jinan a HDP’ê, bi Seroka Komîsyona Wekheviya Jin-Mêr a Komîsyona Ewropayê (KE) Petra Bayr re hevdîtin kir. 
 
Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) parlamentera Êlihê Ayşe Acar Başaran, Hevberdevka Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP’ê parlamentera Êlihê Feleknas Ûca û Endama Dîplomasiya Jinan û parlamentera Mûşê Gulisan Kiliç Koçyîgît, bi Seroka Komîsyona Wekheviya Jin-Mêr a Komîsyona Ewropayê (KE) û Parlamentera Awûstûryayê Petra Bayr re hatin gel hev. 
 
Di civînê de tundiya li ser jinan ku zêde bûye û pêşniyarên çareseriya ji bo vê yeke hatin axaftin û nîqaşên têkildarî vekişandina Hikûmetê ya ji Peymana Stenbolê jî hatin ragihandin. Dîsa bi taybetî agahiyên derbarê xebatên Meclîsa Jinan a HDP’ê jî di civînê de hatin nirxandin û nêrînên têkildarî têkoşînan jinan a Tirkiyeyê hatin parvekirin. Di civînê de li ser xebatên hevpar ên bi Komîsyona Wekheviya Jin-Zilam a Komîsyona Ewropayê (KE) re jî hat rawestandin. 
 
Hat hînbûn ku Meclisa Jinan a HDP’ê wê di rojên pêş de civînên online bi saziyên jinan ên li Ewropayê re pêk bîne.