HDP, Seroka Komîsyona Wekheviya Jin-Mêr a KE’yê re hevdîtin kir 2020-09-22 13:45:33   ENQERE - Meclîsa Jinan a HDP’ê, bi Seroka Komîsyona Wekheviya Jin-Mêr a Komîsyona Ewropayê (KE) Petra Bayr re hevdîtin kir.    Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) parlamentera Êlihê Ayşe Acar Başaran, Hevberdevka Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP’ê parlamentera Êlihê Feleknas Ûca û Endama Dîplomasiya Jinan û parlamentera Mûşê Gulisan Kiliç Koçyîgît, bi Seroka Komîsyona Wekheviya Jin-Mêr a Komîsyona Ewropayê (KE) û Parlamentera Awûstûryayê Petra Bayr re hatin gel hev.    Di civînê de tundiya li ser jinan ku zêde bûye û pêşniyarên çareseriya ji bo vê yeke hatin axaftin û nîqaşên têkildarî vekişandina Hikûmetê ya ji Peymana Stenbolê jî hatin ragihandin. Dîsa bi taybetî agahiyên derbarê xebatên Meclîsa Jinan a HDP’ê jî di civînê de hatin nirxandin û nêrînên têkildarî têkoşînan jinan a Tirkiyeyê hatin parvekirin. Di civînê de li ser xebatên hevpar ên bi Komîsyona Wekheviya Jin-Zilam a Komîsyona Ewropayê (KE) re jî hat rawestandin.    Hat hînbûn ku Meclisa Jinan a HDP’ê wê di rojên pêş de civînên online bi saziyên jinan ên li Ewropayê re pêk bîne.