Li Sêrt û Êlihê çalakî qedexe ne!

  • 11:37 22 Îlon 2020
  • Rojane
 
ÊLIH/SÊRT - Li Sêrt û Êlihê, heya 15 rojan lidarxistina çalakiyan û bernameyan hat qedexekirin. 
 
Li Sêrt û Êlihê, heta 15 rojan lidarxistina çalakiyan û bernameyan hat qedexekirin. Walîtiyên her du bajaran di daxuyaniyên dan de, destnîşan kirin ku ji bilî çalakiyên ji aliyê walîtiyê ve bên qebûlkirin, li darxistina mîtîng, civînên li cihên sergirtî û vekirî, xwepêşandan, meş, daxuyaniyên çapemeniyê, vedana kon, danîna stantan, çalakiyên rûniştinê, kampanyayên îmzeyan, merasîmên bîranînê û hemû çalakî û bernameyên bên lidarxistin ji bo 15 rojan hatin qedexekirin.