Li Sêrt û Êlihê çalakî qedexe ne! 2020-09-22 11:37:02     ÊLIH/SÊRT - Li Sêrt û Êlihê, heya 15 rojan lidarxistina çalakiyan û bernameyan hat qedexekirin.    Li Sêrt û Êlihê, heta 15 rojan lidarxistina çalakiyan û bernameyan hat qedexekirin. Walîtiyên her du bajaran di daxuyaniyên dan de, destnîşan kirin ku ji bilî çalakiyên ji aliyê walîtiyê ve bên qebûlkirin, li darxistina mîtîng, civînên li cihên sergirtî û vekirî, xwepêşandan, meş, daxuyaniyên çapemeniyê, vedana kon, danîna stantan, çalakiyên rûniştinê, kampanyayên îmzeyan, merasîmên bîranînê û hemû çalakî û bernameyên bên lidarxistin ji bo 15 rojan hatin qedexekirin.