2’emîn Konferansa Kongreya Star a Kantona Qamişloyê bi dawî bû

  • 17:38 20 Îlon 2020
  • Rojane
QAMIŞLO - Kongreya Star a kantona Qamişloyê 2'emîn Konferansa xwe bi dirûşma “Bi tekoşîna Hevrîn û Zehreyan em ê dagirkeriyê birûxînin şoreşa jinê misoger bikin” li bajarokê Rîmelan ê Girikêlgê ku da destpêkirin bi dawî kir. 
 
2’emîn Konferansa Kongreya Star a Kantona Qamişloyê bi dirûşma “Bi tekoşîna Hevrîn û Zehreyan em ê dagirkeriyê têk bibin şoreşa jinê misoger bikin” li bajarokê Rimêlanê yê navçeya Girkêlegê ku girêdayî Kantona Qamişloyê ye da destpêkirin bi avakirina meclisê û bi biryarên girîng bi dawî kir. Konferans li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîkran bi tevlîbûna 120 delegeyi ji tevahî sazî û rêxistinên jinan yên ku di bin sîwana Kongreya Star de ne hat lidarxistin. 
 
Piştî konferans bi dawî bû rapora du salan ji aliyê Rêvebera Kongreya Star a Kantona Qamişloyê Ibtîsam El-Huseyîn ve hate xwendin. Her wiha piştî raporê li ser rewşa jinê, kar û xebatên du salan nirxandin hat kirin.
 
Biryarên ku di konferansê de hatine girtin wiha ne:
 
*"Ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pilanên girîng werin girtin.
 
*Ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdulluh Ocalan û şikandina tecrîdê berxwedan û têkoşînek bê hempa divê bê meşandin. 
*Perwerdekirina civakê li ser  paradigmaya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku demokrasî, ekolojî û azadiya jinê bingeh digiri, kampanyayek bê destpêkirin.
 
*Aktîfkirina komîn û meclîsan li ser bingeha paradigmaya netewa demokratîk ku xwe dispêre fikir û ramanê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan divê bê kirin. 
 
*Berdewamkirina perwerdeyên bîrdozî ji bo hevalên jin û mêr.
 
*Hemû rêveberiyên ku hatine hilbijartin dê bên perwerdekirin.
 
*Li ser guhertin û veguhertina zêhniyeta mêran perwerdeyên taybet werin dayîn.
 
*Li gorî taybetmendiyên kar perwerde bên dayîn.
 
*Ji bo xaka ku hatiye dagirkirin mîna Efrîn, Serekaniyê û Girêspî çalakî bên li darxistin.
 
*Li ser esasê Şerê Gel ê Şoreşgerî bi pêşengtiya jinan dê amadekarî bê kirin.
 
*Li dijî tundiya li ser jinê çalakiyên cur bi cur dê bên lidarxistin.
 
*Li hemberî şerê taybet mîna sixurtî, madeyên hişbir û fihuşê  têkoşînek bê hempa dê bê meşandin.
 
*Rêxistinkirina civakê li ser esasê xurtkirina parastina xwe ya cewherî dê bê kirin.
 
*Hemû komîteyên Kongreya Star ji rêxistinkirina komun û kantonan berpirsiyar in." 
 
Piştî niqaşan 5 kes ji bo rêveberiya Kongreya Star a Kantona Qamişloyê hatin hilbijartin. Kesên ku hatine hilbijartin navê wan wiha ye: Şaha Xelîl, Kulîstan Gulo, Ibtîsam El-Husn, Xufran Kewkeb û Sena Xelîl.
 
Konferans bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.