2’emîn Konferansa Kongreya Star a Kantona Qamişloyê bi dawî bû 2020-09-20 17:38:25   QAMIŞLO - Kongreya Star a kantona Qamişloyê 2'emîn Konferansa xwe bi dirûşma “Bi tekoşîna Hevrîn û Zehreyan em ê dagirkeriyê birûxînin şoreşa jinê misoger bikin” li bajarokê Rîmelan ê Girikêlgê ku da destpêkirin bi dawî kir.    2’emîn Konferansa Kongreya Star a Kantona Qamişloyê bi dirûşma “Bi tekoşîna Hevrîn û Zehreyan em ê dagirkeriyê têk bibin şoreşa jinê misoger bikin” li bajarokê Rimêlanê yê navçeya Girkêlegê ku girêdayî Kantona Qamişloyê ye da destpêkirin bi avakirina meclisê û bi biryarên girîng bi dawî kir. Konferans li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîkran bi tevlîbûna 120 delegeyi ji tevahî sazî û rêxistinên jinan yên ku di bin sîwana Kongreya Star de ne hat lidarxistin.    Piştî konferans bi dawî bû rapora du salan ji aliyê Rêvebera Kongreya Star a Kantona Qamişloyê Ibtîsam El-Huseyîn ve hate xwendin. Her wiha piştî raporê li ser rewşa jinê, kar û xebatên du salan nirxandin hat kirin.   Biryarên ku di konferansê de hatine girtin wiha ne:   *"Ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pilanên girîng werin girtin.   *Ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdulluh Ocalan û şikandina tecrîdê berxwedan û têkoşînek bê hempa divê bê meşandin.  *Perwerdekirina civakê li ser  paradigmaya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku demokrasî, ekolojî û azadiya jinê bingeh digiri, kampanyayek bê destpêkirin.   *Aktîfkirina komîn û meclîsan li ser bingeha paradigmaya netewa demokratîk ku xwe dispêre fikir û ramanê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan divê bê kirin.    *Berdewamkirina perwerdeyên bîrdozî ji bo hevalên jin û mêr.   *Hemû rêveberiyên ku hatine hilbijartin dê bên perwerdekirin.   *Li ser guhertin û veguhertina zêhniyeta mêran perwerdeyên taybet werin dayîn.   *Li gorî taybetmendiyên kar perwerde bên dayîn.   *Ji bo xaka ku hatiye dagirkirin mîna Efrîn, Serekaniyê û Girêspî çalakî bên li darxistin.   *Li ser esasê Şerê Gel ê Şoreşgerî bi pêşengtiya jinan dê amadekarî bê kirin.   *Li dijî tundiya li ser jinê çalakiyên cur bi cur dê bên lidarxistin.   *Li hemberî şerê taybet mîna sixurtî, madeyên hişbir û fihuşê  têkoşînek bê hempa dê bê meşandin.   *Rêxistinkirina civakê li ser esasê xurtkirina parastina xwe ya cewherî dê bê kirin.   *Hemû komîteyên Kongreya Star ji rêxistinkirina komun û kantonan berpirsiyar in."    Piştî niqaşan 5 kes ji bo rêveberiya Kongreya Star a Kantona Qamişloyê hatin hilbijartin. Kesên ku hatine hilbijartin navê wan wiha ye: Şaha Xelîl, Kulîstan Gulo, Ibtîsam El-Husn, Xufran Kewkeb û Sena Xelîl.   Konferans bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.