Li Bexdayê malbateke kurd hat qetilkirin
- 11:02 16 Îlon 2020
- Rojane
NAVNEDA NÛÇEYAN - Li Bexdayê ji malbateke kurd 2 jê jin 3 kes bi rêbaza serjêkirinê hatin qetilkirin.
Li payitextê Iraqê Bexdayê ji malbateke kurd 2 jê jin 3 kes ji aliyê kesên nasnameya wan ne diyar ve bi rêbaza serjêkirin hatin kuştin. Hat diyarkirin ku Şîlan a ku di nav kesên hatine qetilkirin de ye bi awayekî rêk û pêk tevli çalakiyên civakî bûye.
Lêpirsîna derbarê qetilkirina malbata kurd de berdewam dike.