Li Bexdayê malbateke kurd hat qetilkirin 2020-09-16 11:02:23   NAVNEDA NÛÇEYAN - Li Bexdayê ji malbateke kurd 2 jê jin 3 kes bi rêbaza serjêkirinê hatin qetilkirin.    Li payitextê Iraqê Bexdayê ji malbateke kurd 2 jê jin 3 kes ji aliyê kesên nasnameya wan ne diyar ve bi rêbaza serjêkirin hatin kuştin. Hat diyarkirin ku Şîlan a ku di nav kesên hatine qetilkirin de ye bi awayekî rêk û pêk tevli çalakiyên civakî bûye.   Lêpirsîna derbarê qetilkirina malbata kurd de berdewam dike.