Li Çewlikê qezaya trafîkê:11 kes birîndar bûn
- 13:27 7 Îlon 2020
- Rojane
ÇEWLIK - Li Çewlikê wesayita ku karkerên çandiniyê yên demsalî dibir kar qeza kir û 11 kes birîndar bûn.
Wesayita bi pîleqeya 72 AAC 137 ku karkerên çandiniyê yên demsalî yên li Herêma Behra Reş dixebitin têde bûn, li ser rêya Çewlik û Erziromê li herêma Sogûkçeşmeyê qelibî. Di qezayê de 11 kesên di wesayitê de birîndar bûn.
Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlikê.