Li Çewlikê qezaya trafîkê:11 kes birîndar bûn 2020-09-07 13:27:55   ÇEWLIK - Li Çewlikê wesayita ku karkerên çandiniyê yên demsalî dibir kar qeza kir û 11 kes birîndar bûn.    Wesayita bi pîleqeya 72 AAC 137 ku karkerên çandiniyê yên demsalî yên li Herêma Behra Reş dixebitin têde bûn, li ser rêya Çewlik û Erziromê li herêma Sogûkçeşmeyê qelibî. Di qezayê de 11 kesên di wesayitê de birîndar bûn.    Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlikê.