7'emîn Konferansa Meclîsa Malbatên Şehîdan bi dawî bû
- 08:52 7 Îlon 2020
- Rojane
ŞEHBA - Konfransa 7’emîn a Meclîsa Malbetên Şehîdan ya Herêma Efrînê bi biryarên girîng ji bo xwedîderketina li nirxên pakrewanên azadiyê bi dawî bû.
Meclîsa Malbetên Şehîdan a Herêma Efrînê 7’emîn Konferansa xwe bi dirûşmeya "Felsefeya Rêber Apo û xeta şehîdan misogeriya azadiyê ye” li dar xist. Konferans bi beşdarbûna 210 delegeyi ji hemû sazî û dezgehên sivîl, malbatên şehîdan, endamên Kongreya Star û Meclîsa Malbetên Şehîdan a bajara Helebê pêk hat.
Piştî nirxandinên berfireh li ser kar û xebatê ku hatiye kirin, konferans bi dawî bû. Di konferansê de kêmasî hatin rexnekirin û li hember wê jî rexnedayin hat dayin. Piştî nîqaşên têr û tijî konferans bi biryarên girîng bi encam bû.
Biryar wiha ne:
"* Bilindkirina xebata ji bo azadiya Rêber APO û komkirina imzeyan ji bo azadiya wî.
* Xwedîderketina li nirxên şehîdan, doza fedekariya wan, malbatên wan û ji bo wan xebateke xurt bê meşandin.
* Domandina çalakiyên li dijî kiryarên dewleta tirk derheqê mirovên Efrînê de û bi taybet jin.
* Vekirina pêşengehekê ji wêne û pirtûkên Rêber Apo.
* Vekirina akedimiyeke taybet ji bo malbatên şehîdan."
Her wiha Meclîsa Malbatên Şehîdan ji 5 kesan hate hilbijartin ji wan 2 hevserok 3 jî wekî cîgir hatin hilbijartin.
Konferans bi dirûşmeyên "Şehîd namirin” bi dawî bû.