7'emîn Konferansa Meclîsa Malbatên Şehîdan bi dawî bû 2020-09-07 08:52:59   ŞEHBA - Konfransa 7’emîn a Meclîsa Malbetên Şehîdan ya Herêma Efrînê  bi biryarên girîng ji bo xwedîderketina li nirxên pakrewanên azadiyê bi dawî bû.    Meclîsa Malbetên Şehîdan a Herêma Efrînê 7’emîn Konferansa xwe bi dirûşmeya "Felsefeya Rêber Apo û xeta şehîdan misogeriya azadiyê ye” li dar xist. Konferans bi beşdarbûna 210 delegeyi ji hemû sazî û dezgehên sivîl, malbatên şehîdan, endamên Kongreya Star û Meclîsa Malbetên Şehîdan a bajara Helebê pêk hat.    Piştî nirxandinên berfireh li ser kar û xebatê ku hatiye kirin, konferans bi dawî bû. Di konferansê de kêmasî hatin rexnekirin û li hember wê jî rexnedayin hat dayin. Piştî nîqaşên têr û tijî konferans bi biryarên girîng bi encam bû.   Biryar wiha ne:    "* Bilindkirina xebata ji bo azadiya Rêber APO û komkirina imzeyan ji bo azadiya wî.    * Xwedîderketina li nirxên şehîdan, doza fedekariya wan, malbatên wan û ji bo wan xebateke xurt bê meşandin.    * Domandina çalakiyên li dijî kiryarên dewleta tirk derheqê mirovên Efrînê de û bi taybet jin.   * Vekirina pêşengehekê  ji wêne û pirtûkên Rêber Apo.   * Vekirina akedimiyeke taybet ji bo malbatên şehîdan."   Her wiha Meclîsa Malbatên Şehîdan ji 5 kesan hate hilbijartin ji wan 2 hevserok 3 jî wekî cîgir hatin hilbijartin.    Konferans bi dirûşmeyên "Şehîd namirin” bi dawî bû.