‘Qutkirina ava Hesekê tunekirina derfetên jiyanê armanc dike’

  • 09:04 28 Tebax 2020
  • Rojane
KOBANÊ - Hevseroka Midûriyeta avê ya Herêma Firatê Xalîse Hec Ebd-El Qadir têkildarî birîna ava Kantona Hesekê ji aliyê dewleta tirk ve nirxandin kir û wiha got: "Dewleta tirk dixwaze bi birîna ava Hesekê re derfetên jiyana gel tune bike û qutkirina avê weke rêbazeke nû ya êrîşan bi kar bîne."
 
Dewleta tirk bi dagirkirina bajarê Serêkaniyê re rojane gefan li bajarên derdorê dixwe. Ji ber ku stasyona  avê ya ku gelê Hesekê û Til Temerê ava xwe jê digrin di bin destên tirkiyê de ye.  Ev 8 car in ku ava bajarê Hesekê ji ser gelê wê tê qutkirin. Ev 25 roj in ku zêdetirî milyonek kes li Hesekê bê av in. Rêveberiya Xweser weke çareserî bîrên avê kolan, lê ev yek jî têrî pêdiviya avê ya gel nake. Ji ber vê stasyona bajarê El-Hime hat vekirin ku encax her ji 10 rojan carekê bikare avê bide bajar. Têkildarî mijarê Hevseroka Midûriyeta avê ya Herêma Firatê Xalîse Hec Ebd-El Qadir ji me re nirxandin kir. 
 
‘Tirkiyê dixweze gel neçarî koçberiyê bike’
 
Xalîse di destpêka axaftina xwe de armanca dewleta tirk a derbarê qutkirina avê de anî ziman û wiha got: "Weke ku tê zanîn av bingeha domandina jiyanê ye, loma nebûna avê tê wateya mirina jiyanê. Dewleta tirk gelek armancên wê bi qutikriina avê re li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene.  Dixwaze bi tunekirina derfetên jiyanê gel neçarî koçberiyê bike. Ji ber ku av tune be, ceryan jî tune ye û çandinî jî ku piraniya gel debara xwe pê dikin wê neyê kirin. Ev kiryarên dijmirovî ku dewleta tirk dike ne tenê li dijî Gelê Kurd e, hemû pêkhateyên li ser vê axê dijîn ji vê helwesta dewleta tirk bi bandor dibin. Bi taybet jî li Kantona Hesekê gelek pêkhate dijîn. Dewleta tirk di destpêkê de ava çemê Firatê birî. Niha jî bi rawestandina stasyona Elokê ya Serêkaniyê ku ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, dixwaze heman polîtîkayê bi kar bîne."
 
‘Qutkirina avê sûcekî mirovî ye’
 
Di domandina axaftina xwe de Xalîse rewşa li Hesekê nirxand û wiha pê de çû: "Li Hesekê zêdetirî yek milyon kes bê av in. Tirkiyê  dixwaze ku bi vê yekê tevlîheviyekê çêbike û avê jî weke rêbazeke nû ya êrîşan bi kar bîne. Em di pêvajoyeke wiha re derbas dibin ku ji her tiştî zêdetir pêwistiya gel bi avê heye. Belavbûna vîrûsa Koronayê bandoreke neyînî çêdike. Gel ji bo parastina tenduristiya xwe hertim kolan, mal û hawîrdora xwe paqij dikirin. Lê niha ava vexwarinê jî tune ye.  Bi vê rewşê ve girêdayî dewleta tirk sûcekî  bê exlaqî li ber çavên tevahî cîhanê dike bê ku tu kes dengê xwe bike."
 
‘Bi qasî derfetên xwe em alîkariya gel dikin’
 
Xalîse di dawiyê de bêdengiya rêxistinên navneteweyî anî ziman û wiha bi dawî kir: "Bi qutkirina ava Hesekê re, nûnerê netewyên yekbûyî û gelek rêxistinan daxuyanî dan.  Gotin ku em ê vê pirsgirêkê çareser bikin. Di dema dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî de jî heman helwest hatin nişandan, lê tu encam pêş neketin.  Hemû daxuyanî û bertekên wan naveroka wan vala bû ku piratîka gotinên wan tune bû. Ji ber vê baweriya me tênê bi rêveberiya me heye.  Stasyona El-Hime ya lezgîn wekî çareserî hat avakirin. Raste dibe ku ev hemû jî têrî pêdîviyên gel nekin, ji ber ku mirov nikare avê sînordar bike. Lê bi qasî derfetên xwe em alîkariya gelê xwe dikin ku bê av nemînin."