'Her pêkhateyek bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdeyê dibîne'

  • 09:03 28 Tebax 2020
  • Rojane
Xezne Celal
 
KOBANÊ - Rêvebera Dibistanan a Bajarokê Sirînê Xoda Ehmed da diyarkirin ku di pergala Rêveberiya Xweser de her pêkhateyek bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdeyê dibîne û wiha got: "Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meteryalên perwerdeyê li gorî herêm û pêkhateyan tên guhartin û li ser bingehê ku nifşên nû di pêşerojê de bibin xwedî zanist û rol tên perwerdekirin."
 
Di dema Rêjîma BAAS'ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê desthilatdar bû, perwerde di asteke teng de dihat dayîn. Lê piştî rizgarkirina van herêman û avakirina pergala Rêveberiya Xweser ji aliyê gel ve asta perwerdeyê pêşket û her pêkhateyek bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdeya xwe dibîne. Her ferdek di civakê de mafê xwe yê perwerdeyê heye û metriyalên perwerdeyê li gor pêkhate û herêman tên guhartin. Rêvebera Dibistanan Bajarokê Sirînê yê girêdayî Kantona Kobanê meteryalên perwerdeyê li gorî pêkhateyên ereb û kurd organîze dike.  Li dibistanan çavdêriya mamosteyan dike. Herwiha bi mabesta ku asta mamosteyan di milê zanistî û îdeolojîk de bê zêdekirin her sal perwerde ji mamosteyan re tê dayîn. Bi giştî li bajarokê Sirînê nêzî 16 hezar xwendekarên dibistanên seretayî, navîn û amadehî hene û hejmara mamosteyan jî nêzî 560 kesî ye.
 
Derbarê pergala perwerdeyê de Rêveber Dibistanan a Bajarokê Sirînê Xoda Ehmed ji ajansa me re axivî.
 
'Nifşên nû ji bo pêşerojê tên gihîştin'
 
Xodayê da zanîn ku li bajarokê Sirînê û gundewarên wê gelek dibistan hene, bi hezaran şagirt di van dibistanan de dixwînin û wiha pê de çû: " Li gorî pergala perwerdeyê ya Rêvberiya Xweser meteryal li gorî netwan tên amadekirin. Ev meteryal ji bo kesên ereb bi erebî tên amdekirin û ji bo kesên kurd jî bi kurdî tên amadekirin. Li gorî van meteryalan her zarok û ciwanên kurd bi kurdî perwerdê dibînin û yên ereb jî bi erebî. Gelek mamosteyên me yên branşan jî hene û li gorî branşan li dibistanan hatine belavkirin. Piştî ku bajarok ji çeteyên DAIŞ'ê hat rizgarkirin me dest bi vekirina dibistanan kir, heta ku di aliyê zanistê de em nifşên nû pêş bixin û ew jî di pêşerojê de rola xwe di civakê de bilîzin. Wê demê di milê peydakirina pirtûkan de me zehmetî dikişandin. Tevî ku pirtûk kêm bûn dîsa jî me hewl dida ku mamoste li gor biranşên xwe perwerdeyê bidin û xwendekar bê xwendin nemînin."
 
'Desteya perwerdeyê pêdiviyên dibistanan bi cih tîne'
 
Xodayê destnîşan kir ku bi demê re zor, zehmetî û kêmasiyên ku derdiketin hatin derbaskirin, asta perwerdeyê li herêmê pêşket û wiha domand: "Desteya Perwerdeyê jî bi erka xwe radibe û hemû pêdiviyên dibistanan bi cih tîne. Em dikarin bibêjin ku niha ji bo giştî dibistanan pirtûk hatine amadekirin. Hêdî hêdî hejmara mamoste û xwendekaran jî zêde dibe, ev jî dide diyarkirin ku pergala perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser ji aliyê gel ve tê pejirandin. Ji bo pêşxstina asta mamosteyan perwerdeyên îdeolojîk û zansitî li akademiyan dihatin dayîn. Pêkhateyên ereb berê li Kantona Girê Spî perwerde didîtin û yên kurd jî li Kantona Kobanê dihatin perwerdekirin. Lê piştî ku Kantona Girê Spî ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê ve hat dagirkirin, perwerdeya me jî hat rawestandin. Niha jî em amadekariyên xwe dikin ku li bajarokê Sirînê akademiyeke perwerdeyê vebikin ku mamoste perwerdeya xwe berdewam bikin."
 
'Rewşa heyi bandora neyînî li ser perwerdeyê dike'
 
Xodayê tekez kir ku îsal ji ber rewşa herêmê lewazî di perwerdeyê de derket û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Di sala xwendinê ya 2019/2020'an de ji ber êrîşên dewleta tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û belavbûna şewba Koronayê li herêmê gelek caran dibistan perwerde hat rawestandin. Vê yekê bandorek neyînî li ser xwendinê jî kir. Lê ji bo ku xwendekarên refa 12 (amadehî 3) ku wê sala pêş derbasî zaningehan bibin, nêzî mehekê perwerde ji bo wan hat dayîn. Niha jî em amadekariyên xwe ji bo pêşwazkirina sala nû ya xwendinê ya sala 2020-2021'ê li herêmê dikin û hêvîdarin ku kêmsiyên sala borî dernekevin."