ROJEVA 28'Ê TEBAXA 2020'Î

  • 09:00 28 Tebax 2020
  • Rojev
* Fatma Mehmûd dest bi amadekariya zivistanê kir û niha reçela hêjîran çêdike û got: "Ez hêjiran baş dişom, 2 kîlo şekir û 4 kîlo hêjîr tevlî hev dikim û didim ser agir, dema hundirê hêjirê zer dibe wê demê kelê wê temam dibe. Piştî kela wê ez rojek ber rojê dihêlînim, wiha reçelê me çêdibe." BI DÎMEN 
 
*Rêvebera Dibistanan a Bajarokê Sirînê Xoda Ehmed da diyarkirin ku di pergala Rêveberiya Xweser de her pêkhateyek bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdeyê dibîne û wiha got: "Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meteryalên perwerdeyê li gorî herêm û pêkhateyan tên guhartin û li ser bingehê ku nifşên nû di pêşerojê de bibin xwedî zanist û rol tên perwerdekirin." DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka Midûriyeta avê ya Herêma Firatê Xalîse Hec Ebd-El Qadir têkildarî birîna ava Kantona Hesekê ji aliyê dewleta tirk ve nirxandin kir û wiha got: "Dewleta tirk dixwaze bi birîna ava Hesekê re derfetên jiyana gel tune bike û qutkirina avê weke rêbazeke nû ya êrîşan bi kar bîne." DÎMEN HEYE
 
*Jinên Efrînê êrîş û kiryarên dewleta tirk li dijî jinan şermezar kirin û wiha gotin: "Em tucaran êrîş û kiryarên dewleta tirk ên li dijî jinan qebûl nakin û em ê herdem li dijî êrîşan têkoşîna xwe mezin bikin." DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz bertek nîşanê tahliyekirina Musa Orhan da û got dewlet veguheriye mekanîzmaya ku şîdet û tecawizê xwedî dike. Parlamentera HDP’ê Muazzez Orhan jî got ev nîşan dide ku nêzîkatiya desthilatdariyê ya diparêze wê bidawî nebe. BI DÎMEN
 
*Berîvanên li taxa Aşûtê ya bi reng û çavkaniyên ava xwe ya xwezayî aramiyek mezin dide, hatin cem hev wiha gotin: “Li vir tevî hemû zor û zehmetiyan em bi sohbet û henekên xwe tarîtiyê têk dbin.” Lê Bêrîvan tevî vî karê zor û zehmet ne xwedî qezencek bi rêk û pêk in. DÎMEN HEYE
 
*Mahabad Olmeza ku di biçûktiya xwe de bi muzîkê re eleqedar bûye û bang li ciwanên kurd dike û dibêje divê ciwan xwedî li zimanê xwe yê dayikê derkeve û bi zimanê dayika xwe stranên xwe bêje. BI DÎMEN 
 
*Parêzer Gulan Çagan Kalelî derbarê tahliyekirina gumabarê tecawizê Musa Orhan de axivî û got: “Hestên netewperest û mîlîtarîst tên xwedîkirin û hewl tê dayîn ku rastiyan veşerîn. Lê em ê lêgerîna edaletê bidomînin." BI DÎMEN 
 
*Xweşikahiyên xwezayî, cureyên endemîk yên Dêrsîmê bi xetereya tûnebûnê re hatine rû hev. Endama Tevgera Jinan a Demokratîk Nîlufer Aktag wiha got: “Herêm îro li aliyekî şewatên daristanan yê ji ber operasyonên leşkerî pêk tên, berxwe dide û li aliyê din jî ji talana kapîtalîst re hatiye vekirin. Li dijî vê pêvajoyê divê polîtîkayên hevpar pêk bên." BI DÎMEN