Ji Fîgen Yuksekdag banga piştevaniyê
- 11:53 27 Tebax 2020
- Rojane
ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag, ji bo parêzer Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal ên di rojiya mirinê de banga piştevaniyê kir û got: “Em dikarin bi piştevaniyê wan bidin jiyîn.”
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokraîk a Gelan (HDP) ya berê Fîgen Yuksekdag a di Girtîgeha Tîpa F a Kocaeliyê de girtiye, li ser hesabê xwe yê Twîtterê bal kişand ser rewşa parêzer Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal ên di rojiya mirinê de û banga piştevaniyê kir.
Fîgenê, di parvekirina kir de wiha got: “Em dikarin bi piştevanî û têkoşînê Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal bidin jiyîn. Helbet wê rojekê pêdiviya kesên roja mirina wan dijmêrên dê bi edaletê hebe! Werin em bi gotina ‘Bijî edalet, bijî Ebrû û Aytaç’ piştevanî û têkoşînê mezin bikin.”