Ji bo çûna Îmraliyê careke din serlêdan hat kirin
- 11:39 27 Tebax 2020
- Rojane
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Newroz Uysal, Faik Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç ji bo bi miwekîlên xwe re hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Ji parêzerên Abudllah Ocalan, Newroz Ûysal û Rêzan Sarica di 7’ê tebaxa 2019’an de miwekîlê xwe re hevdîtin pêk anîbûn.
Ji wê rojê heta niha parêzeran 99 serlêdan kirin û bersiva serlêdana wan nehatiye dayîn.