Şaneya kirîzê ya Herêma Cizîrê qedexeya ser herêmê rakir

  • 11:38 27 Tebax 2020
  • Rojane
QAMIŞLO - Şaneya krîzê li Herêma Cizîrê qedexeya derketinê a ku li ser herêmê ji 6'ê tebaxê ve hatibû ferizkirin, rakir. Şaneya krîzê ji bo welatiyan banga hişyariyê kir. 
 
Şaneya krîzê ya li Herêma Cizîrê bi armanca parastina gelê herêmê ji vîrûsa koronayê ku êdî li herêmê bi awayekî bi lez belav bû, ji 6'ê tebaxê ve qedexeya derketina dervê ragihandibû. Ev qedexe dê di 28’ê tebaxê ango sibêhê bê rakirin. Şaneya krîze li gel rakirina qedexana banga hişyariyê kir û got divê her kes bi tedbîr tevbigere. 
 
Biryarên ku hatine girtin wiha ne: 
 
"* Ev biryar wê ji 28’ê tebaxê de bikeve meriyete de.
 
* Qedexekirina kombûnana weke konên sersaxiyê, dawet, şahî û kombûna di mizgeftand de wê dewam bike.
 
* Kar û xebatê saziyên Rêveberiya Xweser ji 29’ê tebaxê de wê deriyê xwe veke û herkes wê êdî biçe xebatên xwe.
 
* Biryara ferizkirina lixwekirina ropûşan wê dewam bike, kesê ku vê biryarê pêkneyinê wê baca wê bide û bê cezakirin.
 
* Bi vê yekê em ji tevahî gelê herêmê daxwaz dikin ku tenduristiya xwe biparêzin û bi komî tevnegerin, li gor biryarên ku derketî pêwist e her kes tevbigere."