Ciwanên Mexmûrê li dijî kuştina jinan kampanya dan destpêkirin

  • 10:30 27 Tebax 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Tevgera Jinên Ciwan a Mexmûrê ji bo balê bikişînin li ser taciz, tecawiz û kuştina jinan bi navê “Em dibêjin na' kampanyayek dan destpêkirin û got: "Em bang li Kurdistaniyan dikin bêdeng nebin hesap bipirsin û têkoşîna xwe bilind bikin." 
 
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûr), Tevgera Jinên Ciwan a Mexmûrê (TJCM) ji bo balê bikişînin li ser taciz, tecawiz û kuştina jinan bi navê “Em dibêjin na' kampanyayek dan destpêkirin. Derbarê kampanyayê de li Parka Şehîd Zehra Penaber daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyanî ji aliye endama TJCM'ê Guneş Roj ve hat xwendin. 
 
Daxuyaniya ciwanan wiha ye: "Di pêvajoyên dawî de hem li Kurdistanê û hem jî li Rojhilata Navîn êrîşên li hemberî jinê pir zêde bûye. Her roja ku diçe zêdetir jî dibe. Li bakurê Kurdistanê bi destê dewletê qetlîam û tecawîz tê domandin. Herî dawiyê Îpek Er ji ber van êrîşan dawî li jiyana xwe anî. Ev tenê nûmûneyeke ji van êrîşan e. Li bakurê Kurdîstan û Tirkiyeyê kuştin û tecawiz her roja ku derbas dibe zêde dibe. Li rojhilatê Kurdistanê jinên ciwan bi şêwazên hovane tên qetilkirin û bi polîtîkaya dewletê ya bi navê Sixe tên firotin. Li Rojava, Şengal û Mexmûrê jî bi rêbazên şerê taybet erîşê jin û ciwanan dikin.
 
Bi şerê taybet li ser medyaya civaki fihuş û tecawizê pêş dixin. Bi navê hezkirinê bi jinên ciwan re re tekîlî tên pêşxistin û hemberî van jinên ciwan şantaj tên kirin. Li hin qadên şoreşê de her çiqasî bi awayeke fîzîkî nebe ji vî awayî hewldidin jinên welatparêz bikar bînîn û bêxin bin bandora xwe. Em dizanin ku vê zihniyeta dewletê ya tecawizkar bi vê kirina xwe re erîşî nirxê Gelê Kurd û hemu mirovahîyê kiriye. 
 
Em wekî jinên ciwan ên Mexmûrê dibêjin em tu caran van kirinên mêrên tecawizkar ku xizmetê mejiyê mêrsalar yên netew dewletê dikin na pejirînîn û em ê tola her jinekê ku bi êrîş, tacîz û tecawizê re rûbirû dimîne hîlînin. Em careke din dibêjin em vê çanda tecawize qebûl nakin û li hemberî vê feraseta mêrên desthilatdar heta dawîyê em ê têbikoşin. 
 
Em wek Tevgera Jinên Ciwan a Mexmûrê me kampanya bi navê 'Em dibêjin na' didin dest pê kirin. Em bang li hemû jin û ciwanên xwedî bi rûmet dikin ku hemberî vê çanda tecawizê ya dewletê serî rakin di çarçoveya kampanyayê de tekoşîna xwe bilind bikin. Em jibîr nekin ku yên bejin 'Na' dikarin cîhanê biguherin ne yên ku bîat bikin.
 
Em carek din jî dibêjin 'Ji tecrîdê re na', 'Ji şîdetê re na', 'Ji dagirkirina welatê me re na', 'Ji faşîzmê re na’, 'Ji çanda tecawîzê re na', 'Ji qetlîma Xwezayê re na' û 'Ji zewaca temenê biçûk re na' 
 
Em wan êrîşan natirsin, bêdeng namînin hesap dipirsin û têkoşîna xwe bilind dikin. Em bang li hemû jinên Kurdistanê dikin ku xwedî li vê kampanyayê derkevin û erîşên pergala netew dewletê vala derxînîn."