‘Ya Îpek berbi mirinê ve biriye dewlete’

  • 09:09 27 Tebax 2020
  • Rojane
Habîbe Eren
 
ENQERE - Ji Platforma Jinan a Enqereyê Derman Gulmez diyar kir ku jinên li herêmê yên ji ber nasnameya xwe rastî şîdetê tên û jinên vê tînin vê tînin ziman ji aliyê wezîrê karê hundir Suleyman Soylu ve hedef tê girtin û got: “Yê Îpek berbi mirinê ve biriye, dewleta ku naparêze ye. Kuştinên jinan tên normalkirin.”
 
Li navçeya Beşîrî ya Êlihê çawîşê pispor Musa Orhan tecawizê Îpek Er kir û întîxar lê ferz kir. Musa Orhan di encama zexta rayagiştî de hatibû girtin. Lê rojek berê dadgehê Musa Orhan berda. Li ser vê bûyera dawî, êrîş û îşkenca zayendî ya polîs û leşkeran ya li hember jinên kurd carek din hat rojevê. Di serî Wezîrê Karê Hundir Sulyeman Soylu, rayedarên dewletê gumabar parastin û jinên ku li dijî vê deng derxistin jî kirin hedef. Ligel van hemûyan Peymana Stenbolê jî hêj tê nîqaşkirin.
 
Ji Platforma Jinan a Enqereyê Derman Gulmez got li her derê Tirkiyeyê lê bi taybet jî li bajarên kurdan, tecawiz, întîxar û mirinên biguman yên jinan zêde bûne û got ji ber Peyman Stenbolê pêk nayê ev tên jiyîn. Derman wiha dirêjî da axaftina xwe: "Îpek Er dawî li jiyana xwe anî. Ev di encama polîtîkaya bêcezabûnê de pêk hat. Gumbar tên berdan, ceza nagirin û ji ber vê jî cesareta wan zêde dibe. Peyman pêk nayê. Ji ber dewletê Îpek neparast wê mirin tercîh kir. Gelek jinên nayên parastin jî tên qetilkirin.”
 
‘Jinên kurd du car şîdetê dijîn’
 
Dermanê her wiha bakişand ser berdana Musa Orhan û got qasî bêcezabûnê nîjadperestî jî heye û got: “Jinên kurd hem ji ber nasnameya xwe ya jinbûnê û hem jî ji ber nasnameya xwe ku kurdbûnê du caran bi şîdetê re rûbirû dimînin. Dema mirov li bûyera Fatma Altinmakas ya li Mûşê bi tecawizê re rûbirû mayî û piştre hat qetilkirin dinêrin, mirov vê polîtîkayê zelaltir dibînin. Ger Fatmayê bi zimanê xwe, xwe îfade bikira wê îro ev rewş nehatiba jiyîn.”
 
Demanê destnîşan kir ku wek mînaka Musa Orhan ger ku gumanbar endamên artêşê, hêzên ewlehî an jî peywirdarên dewletê bin du car tên parastin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ger Peymana Stenbolê bi awayek adîlane pêk bê wê ev hejmar gelek kêm bibin. Jiyana me hemûyan di bin tehdîdê de ye.”
 
‘Wezîr kuştinan vedişêre’
 
Dermanê balkişand ser bûyera Îpek Er û got Suleyman Soylu di vê mijarê de, HDP û aliyên li ser vê sekinîne, hedef girtiye û wiha pê de çû: “Gotinên wezîr yên wekê ‘Armanca wan diyare’, bi armanca ku serê kuştinan veşêre hatiye gotin. Mînak li mala Şîrîn Unal yê AKP’î Nadîra bi guman mir. Lê serê vê bûyerê hat girtin. Desthilatdarî bûyerên kesên nêzî wan eleqeder dike digire. Gelek kes ji ber peyman pêk nayê tên qetilkirin. Em dibêjin ku Peymana Stenbolê xeta me ya mor e. Em ê ji bo Peymanê heta dawî têbikoşin em dibêjin ku peyman dide jiyîn, em ê têkoşînê bidomînin.”